Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

Şeveke Reşî Tarî

Şeveke Reşî Tarî

Guregura balafirên Tirkîyeyê yên bêpîlot û yên şer; aramîya asîmanê bajarê Tirbespîyê yê Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê, şeva 13ê kanûna paşîn a 2024an têk bir.

Hingê Ciwan .M, navê ne rastîn yê zilamekî 40 salî ku bavê 3 zarokan e; li karê xwe yê li êstgeheke petrolê bû, li sînorê bakûr-rojhilatê gundewarê Tirbespîyê.

Ciwan û hevalên xwe ku ew karkerên bi rojan kar dikin, bi hêbeta wê qewimînê hesîyan, wan di kûrahîya xwe de hest dikir ku armanca balafiran a din tekez dê ew bin, wî ji PÊL re got: “Em yekser ji odeyê derketin û me ber bi zevîyên çandinîyê yên derdora xwe ve baz da, çend kêlî di wê navê re derbas nebûn û cihê me bû gilokeke agir a mezin, agir bi tarîtîya şevê re tev li hev bû”.

Ciwan berdewam kir û got: “Gava me li ser rêya ax baz dida; zarokên me yên her roj li benda me diman ku em saxlem ji karê xwe vegerin malê, dihatin ber çavê me. Di wê çaxê de, şewqa siwareyekê kete ber çavê me, ew birayê min bû, yê ku min ew telefon kiribû berî em ji odeyê derkevin”.

Ciwan van kêlîyan di gotinekê de kurt dike û dibêje: “Mirin tenê çend xulekan dûrî me bû”.

Related Posts