Dengê şevbuhêrka me bilind dibû, li ber bayê şeva reşî tarî, ev danûstandinên me yên ji dilekî xweş jixweber diherikîn; cih ji milmilanîyê re nehiştibûn di nav me de, hem jî dem derbas dikir berî ku me vedize; ev kêfxweş di çaxê serbîsa me de bû li zevîya udayê ya petrolê ya li rojhilatê Tirbespîyê.
Tenê çend kêlî derbas bûn û dengê kenê me bû tirsek, tu dibê qey bi hawareke bilind diqîrîya, heger dengê hestên me heba, piştî ku me gurmînîya teqînekê bihîst ku erda di bin pîyê me de hejand, hingê tarîtîya şevê tev li pêtên agir bû.
Çavên me êşîyan, bînahîya me tev bû xumam, alozî û tevlihevîya ku qewimî bû mîna werîsa bidarvekirinê û dora stûyê me difetisand, di sînga me de xenaqek tev li hilma dûmanê bûbû, ma çi xenaq ji wiha dijwartir e; me bi çavên xwe didît ku cihê karê me bûye gilokeke agir, hema kirî em şewitandibana berî çend kêlîyan heger cihê armancgirtî nêzîktir ba.
Hemû ji odeya bêhnvedanê derketin da ku ji pêtên agir dûr bikevin û nebin armanca topbarîneke din, lê hema çend kêlî bihûrîn û ji nişka ve bîrxaneya min tiştek anî bîra min, hingê gavên min ên lezok; ji alîyê kilînîkî ve leza wan kêm bû, tiştek ezîz ne destê min de bû, tişteke ku windabûna wê min xemgîn û serûbinî hev dike û xenaqa belaya me dijwartir dike; ew telefona min bû ku min li şûna xwe ji bîr kiribû.
Bê ku ez hay ji xwe hebim, ez li xwe zîvirîm da ku vegerim, tenê ez pê hesîyam ku destek ji nav dûmana bilindbûyî bi min girt û bi qîjekê got: Lo Mahir tu dîn bûyî, tu yê biçî ku derê, ma tu natirsî ku tu bimirî?
Ew dengê hevalekî min bû, min jê re got pêwîst e ez vegerim, bîranînên min bi bavê min re dikin ku bişewitin, wêneyên wî di telefona min de ne, tu çapek yedek jî li cem min tune ye, min berdewam kir û ji xwe pirsî: Ez ê çawa karibim piştî niha bavê xwe bibînim heger ez telefona xwe rizgar nekim?
Belê, ez ditirsîyam ku wêneyê di bîrxaneya min de zindî nemîne û di rojekê ji rojan de bibe mij û xumam, rojek were ku ez hewl bidim rûdêmên wî bînim bîra xwe lê bi zor û zehmetî xwe baş di xeyala min de berhev neke, ji ber ku xwezaya ev mirovê xwelîser ew e ku tiştên divê neyên jibîrkirin, ji bîr dike.
Ev armanca çekên Tirkîyeyê ye li Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê.