Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

Hinaseyên li ber Awazên Paporê

Hinaseyên li ber Awazên Paporê

Min hest dikir ku sînga min hate girtin, wekî ku ez bi zorê #hinaseyên_xwe_vedidizim, yan jî pozê min atomên oksîjenê yên derbasbûyî dikuje berî xwe berdin hundirê herdu pişkên min.

Ew agirê gur, ew dengê nesaz û ew hilma belavbûyî, hemû bi vê rewşa dijwar a abûrîyê re ya em tê de dijîn; komployekê li me digerînin, nexasim bi buhabûna #dermanan re, em êdî ji buhayê dermanan ditirsin bêhtirî ku ji nexweşîyê û berjengên wê bitirsin.

Lê tirsa min a herî mezin ji teqîna “papora gazê” ye, her çaxê ez paporê vêdixim ji bo xwarinê ji hevjîn û zarokên xwe re çêkim; ev tirs di hundirê min de rû dide, ji ber min têvelîyek yekta çêkirîye ku li gor kêmbûna_sotemenîyê ye û me gavekê ber bi çarenivîsa me ya jênerevîn nêzîktir dike, êdî bi hinek benzîn û hinek mazot; metirsîya çêbûna karvedanekê ku agirvedanekelezgîn pê keve zêdetir dike, ev jî ji ber ku gaz tune ye.

Em li vî welatî tiştan bi navên wan bi nav nakin, tevî ku me navê wê kir “papora gazê”, lê li gor me ew “papora mazota ku bi benzîna pîs têvel” e, ev bû belaya ku balafirên Tirkîyeyê bi serê me de anî, ew balafirên ku bi berdewamî êrîşî me dikin.

Ya ku derdê min zêde dike, ew e ku ez ji ber #nexweşîyeke_hinasedanê zehmetîyan dikişînim, her wiha fatûreya #derman buha ye, em jî ancax xwarina xwe ya rojane dabîn dikin, çimkî tenê hevjînê min semîyanê malê ye, ew wekî #şivanekî_sewalan li gundekî ji gundên Tirbespîyê kar dike û şeş zarokên min jî hene.

Related Posts