Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

“Beşdarbûna welatîyan û çarçovekirina rola komînê”… mijarên giring ku di Komxebata Komînan de hatin gotûbêjkirin

“Beşdarbûna welatîyan û çarçovekirina rola komînê”… mijarên giring ku di Komxebata Komînan de hatin gotûbêjkirin

Rêxistina PÊL – Hisiça

“Niştecihên bajarê Hisiçayê, bi armanca ku pêdivîyên xwe bi cih bînin, bê ku berê xwe bidin komînê; ew li gor hin awayên cuda pêdivîyên xwe dabîn dikin, wekî pêşkêşkirina gilînameyan ji sazîya di ser komînê re, wekî nahîyê yan encumena şaredarîyê yan jî encumena herêmê, ji ber ku komîteyên komînê nehatine çalakkirin, di encamê de, rola komînê li piranîya taxên bajêr hatiye paşguhkirin”.

Ev daxuyanî li ser zimanê beşdareke “Komxebata Komînan” hate gotin, ya ku PÊL 10ê kanûna paşîn a sala 2024an li dar xist, bi armanca xurtkirina rola beşdarbûna civakî di biryarsazîyê de, da ku bandora nebeşdarbûna welatîyan di komîteyên komînê de were berçavkirin; bi taybetî bandora li ser asta hukumê giştî û geşepêdana domdar, hem jî bandora wê li astengkirina aştî, aramî û hevjîyana li bajêr.

Gotûbêjên cêwaz di vê komxebatê de hatin kirin, li ser bingeha bahoza mêjî û ramanan; ango gelek raman hatin vegotin. Giringtirîn mijarên ku hatin gotûbêjkirin: “Rola jin, penaber û kesên xwedî pêdivîyên taybet di dam û dezgehên xwecihî de, astengîyên ku toşî wan dibin, li gel bandora nebeşdarbûna welatîyan di nav komînan de”.

Beşdaran da xuyandin ku komîteyên birêvebirina karûbarên xwecihî û xizmetguzarîyên giştî; piştgirîya wan û derfetên bidawîkirina kar û projeyan kêm in, ev yek jî bidawîkirin kar asteng dike û bi awayekî nerênî li xizmetguzarîya bajêr reng vedide.

Dawîyê jî beşdaran hejmarek pêşnîyar pêş kêş kirin da ku asta karê komînan baştir bibe: Wekî “çalakkirina hemû komîteyên komînê, pêşkêşkirina handeran ji bo piştgirtina karmendên komînê û welatîyên ku beşdarî kar bûne, pêşnîyarkirina berbijarekî ku cihê bawerîyê be da ku ji bo serokatîya komînê were hilbijartin, li gel peydakirina derfetên kar ji jinan re û hwd”.

Related Posts