Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

Komîteya Abûrîyê ya Reqayê soz da ku kişkên nan li taxeke bajêr belav bike

Komîteya Abûrîyê ya Reqayê soz da ku kişkên nan li taxeke bajêr belav bike

Rêxistina PÊL – Reqa

PÊL serdana Komîteya Abûrîyê ya Reqaya Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê kir, bi armanca ku awayê karê wê binase, nexasim çawanîya belavkirina nan li nav bajêr.

Di maweya serdanê de, gotûbêj der barê kêşe û zehmetîyên ku niştecih dikişînin ji alîyê dabînkirina nan û taybetîyên wî ve hatin kirin, hingê birêz Ebdilxefûr, cîgirê serokê Komîteya Abûrîyê, da xuyandin ku “rebteya nan divê 1100 g be, eşkêla her nanekî jî 33 cm be û buhay her rebteyekê 1000 lîreyên sûrî be”.

Her wiha birêz Ebdilxefûr amaje pê kir ku sizayê giran hene bo xwedîyên nangehan û kesên ku nan belav dikin heger nan ne li gor van mercan be, ev daxuyanî jî bersiva pirsên hin endamên PÊL ên ciwan bû.

Ji bo kişkên belavkirina nan jî Ebdilxefûr da xuyakirin ku ew li serê kar dikin û niha li cihên guncaw digerin ku berfireh û nêzî niştecihan bin, ev kar jî bi hevrêzîya li gel encumena her taxekê tê meşandin, da ku qelebalixa pirbûnê çênebe, di heman demê de wî got: “Em dê di dema bê de kişkan li taxeke bajêr belav bikin”.

PÊL bi rêya çend çalakîyên li bajarê Reqayê kar dikir ku aştîya dadmend û gelemper di navbera herdu zayendan de xurt bike, bi serkêşîya hin ciwanên ku bi tundî û şermezarîya civakî bandor bûbûn.

Related Posts