Rêxistina PÊL – Hisiça
PÊL, 15 jinên ji kampa Holê vegerîyane, li ser “Tundîya li ser Bingeha Regeza Civakî” rahênan, bi armanca xurtkirina şîyanên welatîyan û jinên ku ji kampa Holê vegerîyane, da ku piştevanîya aramîyê bike, tevlêbûneke baştir pêk bîne û avakirina aştîyê û hevgirtina civakî li bajarê Hisiçayê yê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê pêk bîne.
Vê rahênanê tekezî kir li cudahîya di navbera regeza civakî û zayendê de, têkilîya di navbera hêz û tundîyê de, cureyên tundîyê û hêmanên ku dibine alîkar ku tundî rû bide, bertekên derûnî û reftarî yên yekser piştî tundîyê, hêmanên alîkar ên rehetbûnê, hêmanên ku alîkarîyê asteng dikin, prensîpên serederîya bi rizgarbûyîyan û pêdivîyên wan re, li gel nîşaneyên tingijîn û guvaşa derûnî.
Di komxebatê de rewşa jinekê ku toşî tundîya civakî bûye hate vekolandin, hingê rahênayî li ser sê koman hatin dabeşkirin û her komek bi destnîşankirina celebê tundîya ku ev jin toşî wê bûye, bandora wê li jinê û çawanîya rûbirûbûna vê tundîyê hate erkdarkirin.
Hejmarek ji beşdaran da xuyandin ku komxebatên bi vî rengî dikarin şîyanên wan xurt bikin û hem jî alîkarîya wan bikin ku ew xwe biguncînin û ber bi jîyaneke bêhtir ewle û aram ve bi pêş ve biçin.
Hin beşdarên din daxwaz kir ku pêwîst e şîyanên jinên ji kampa Holê vegerîyane werin xurtkirin, her wiha hêzdarkirina wan jinan ji hemû alîyên têkildarî têgihên tundîyê, cureyên wê, bandorên wê û çawanîya razgarkirina ji tundîyê ve. Vê komxebatê rûbereke ewle ji bo jinên ji kampa Holê vegerîyane peyda kir ku karibin ezmûnên xwe bi tundîyê re parve bikin û hem jî hinerên rûbirûbûna wê wergirin û çawa berevanîya xwe û kesên din bikin.