Rêxistina PÊL – Qamişlo
PÊL, ji bo afirandina rûberên ewle ji guftûgo û beşdarîya civakî ya kesên xwedî astengdarî re, li gel baştirkirina beşdarîya ciwanan di gihandina dengê wan bo kesên biryarsaz, bi armanca ku balê bikşîne ser astengîyên ku toşî wan dibin û bandorên derûnî û laşî yên ji encama van astengîyan, wê li bajarê Qamişloyê yê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê, rûniştineke guftûgoyî der barê “Bandora Şer, Nakokî û Guherînên Jîngehê li Kesên Xwedî Astengdarî” li dar xist.
Vê rûniştinê tekezî li rola civakê û rêxistinên mirovî kir di warê piştgirî û parastina van kesan di maweya kirîzan de, bi rêya hêzdarkirina wan û dabînkirina piştgirîyeke derûnî û civakî ji wan re, amadekirina jêrxaneyeke guncaw ku karibin bi hêsanî xwe bigihînin xizmetguzarîyên giştî, têvelkirina wan di dibistanan de û dabînkirina xizmetên pêwîst ji wan re di hundirê dibistanan de, amadekirina komîteyekê ji bo beşdarîya van kesan di Encumena Zagonsaz de, pêkanîna biryarên pêwîst ên têkildarî wan, zêdekirina rêjeya karmendîtîyê, li gel avakirina yaneyên kêfxweşîyê.
Hejmarek ji beşdarên ku ji kesên xwedî astengdarî bûn pêşnîyar kir ku pêwîst e navendên fîzyoterapîyê werin damezrandin, çêkirina aplîkasyonên elektronîk ku derfetên karmendîtîyê ji kesên afirîner û xwedîyên pîşeyan re veke, li gel beşdarkirina kesên xwedî astengdarî di biryarsazîyê de.
Ev yek pêk hat, piştî ku beşdar li ser çend koman hatin dabeşkirin, piştre çend sedem dane her komekê ku bihêlin kesên xwedî astengdarî di maweya şer û bobelatên xwezayî de zehmetîyan bikişînin, wekî zehmetkêşîya bidestxistina penagehên ku bi pêdivîyên kesên xwedî astengdarî amadekirî bin, zehmetîya çûn û hatina di navbera dever û bajaran de, li gel nesaxîyên derûnî.
Ev rûniştin di çarçoveya karê PÊL de hat lidarxistin, da ku di amadekirin û bilindkirina asta hinerên jin, ciwan û komên paşguhkirî yên ji bo geşepêdana xwecihî de beşdar bibe û rola ciwanan ya di warê karûbarên giştî de xurt bike.