Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

Komxebateke rahênanê li bajarê Hisiçayê ji bo hêzdarkirina jinên ku ji kampa Holê vegerîyane, bi armanca sînordarkirina tundrewîyê bi rêya xurtkirina nirxên mirovî

Komxebateke rahênanê li bajarê Hisiçayê ji bo hêzdarkirina jinên ku ji kampa Holê vegerîyane, bi armanca sînordarkirina tundrewîyê bi rêya xurtkirina nirxên mirovî

Rêxistina PÊL – Hisiça

PÊL, ji bo tundrewîyê sînordar bike, hejmarek jinên ku ji kampa Holê vegerîyane, li ser xurtkirina nirxên mirovî rahêna, da ku li xurtkirina şîyanên welatîyan û jinên ji kampa Holê vegerîyane beşdar bibe, bi armanca piştgirtina aramîyê, pêkanîna beşdarîyeke baştir û avakirina aştîyê û hevgirtina civakî, li bajarê Hisiçayê yê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê.

Vê komxebatê hewl da alîkarîyê pêş kêş bike ji wan jinên ku ji kampa Holê vegerîyane ku jîyana xwe ya asayî vegerînin û paşerojeke baştir ji malbatên xwe re ava bikin, li gel ku komxebatê tekezîyê li dozên wan kir û rûbereke ewle ya guftûgoyê ji wan re peyda kir.

Di vê komxebatê de, tundrewî û awa û kokên wê hatin pênasekirin, çawanîya cêwazkirina nêrînê ji tundrewîyê, bandora tundrewîyê li jinan û hêmanên tundrewbûna jinan, li gel pêşkêşkirina kurtevîdyoyekê ku mijara tundrewîyê derdibire.

Di dawîya komxebatê de, rola rêxistinên civaka sivîl di rêgirtina li tundrewîyê hate gotûbêjkirin, wekî jinavbirina cêwazkarîyê û perwerdeya olî ya tundrew, hevkarî û hevrêzîya di navbera rêxistinên hikûmetî û yên ne hikûmetî de, pevguhartina agahî û ezmûnan, hêzdarkirina komên paşguhkirî ji alîyê aborî ve, li gel belavkirina zanîn û bîrewerîyê.

Related Posts