Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

PÊL hewl dide ronahîyê vegerîne kolanên Hisiçayê

PÊL hewl dide ronahîyê vegerîne kolanên Hisiçayê

Rêxistina PÊL – Hisiça

PÊL, bi armanca vegerandina ronahîyê ji çend kolanên Hisiçayê re, bi rêya destpêşxerîyekê ku komek çalakîyan pêk tîne, çend pêşniyar pêş kêş kirin, ronahîya ku di encama şerê Sûrîyeyê de hatibû vemirandin, ev yek jî bi hevkarîya li gel komînan û alîyên pêwendîdar pêk hat, da ku bi hêsanî dagerin wizeya berdêl û bikaranîna elektrîkê were dirustkirin.

Ev yek di çarçoveya projeya Xabûrê, ya ku PÊL bi cih tîne de hat pêkanîn, bo piştgirtina aramî û hevgirtina civakî li bajarê Hisiçayê.

Çalakîyên ku pêk hatin; serîlêdanên meydanî ji Şaredarîya Gel ya Hisiçayê, Komîngeha Til Hecer, Encumena Bajêr û Encumena Navçeya Bakur re bûn, bi armanca gotûbêjên bo pêrabûnên parastinê, da ku aştîya navxweyî ya taxa Til Hecer parastî bimîne.

Gotûbêjan tekezî li pêwîstîya baldayîna taxan kir, bi taybet yên ku ji ber kirîza ku ev 12 sal berdewam e bandor li wan bûye, ku ji bandorên herî berbiçav; nebûna ronahîyê li kolanan, her weha gotûbêjan tekezî li bîrwerkirina der barê girîngîya wizeyê û dirustkirina bikaranîna wê kir, nexasim ku ew tax di nav şevreşeke tarî de dimînin piştî ku ceneratorên ampêran tên vemirandin.

Li ser vê bingehê, tîma PÊL pêşniyar kir ku ew dagerin wizeya berdêl ya xwenûkirî, bi taybet wizeya hetavî, bi rêya siwarkirina lampeyên ku bi vê wizeyê şewqê didin, tevî tekezîya li kalîte û cureyên  lampeyên ku dê werin siwarkirin.

Rêxistinê mertaleke rûmetê wekî xelat pêş kêşî sazîyên navbûrî kir, bi armanca ku wan bo guftûgoya çalak han bide, bi taybet guftûgoya di  navbera wan û komên ciwanan de, her weha da ku li ser bicihanîna pêşniyarên ku dê sûdê li niştecihên taxên armancgirtî bikin, kar were kirin

.

“Metirsîyeke di nav tarîtîyê de veşartî”… mijara rûniştineke gotûbêjkirinê

Bi armanca ku derdkêşana ji ber kêşeyên niştecihên taxên ku dê ronahî ji wan re were siwarkirin ber bi çav bigirin, di demekê de ku lampe li kolanan tune ne; PÊL rûniştineke gotûbêjkirinê di navbera serokên komînan, endamên Encumena Navçeyê û hejmarek ji niştecihan bi cih anî.

Gotûbêjan, kêşeyên herî dijwar pêş kêş kirin, ku ew di nebûna ewlehîyê de bi gewde dibin, çimkî gava ronahî li kolan û baxçeyan namîne, êdî niştecih jî lê namînin, îcar kesên xerab tev digerin, ku dizî, talanî, revandin, destdirêjîyên cinsî û gelek kiryarên xerab rû didin, bandora van kiryaran herî zêde li jin û zarokên deverê dibe.

Hin beşdaran da xuyakirin ku çûn û hatina bi siwareyan, bi motor û duçerxeyan yan jî bi makîneyên veguhaztinê yên din bi şev gelekî zehmet dibe, ji ber ku metirsîya rûdana bûyerên trafîkê zêdetir dibe.

Hejmarek qewîtî û pêşniyar ji vê rûniştinê hatin encamdan, ku yên herî girîng ev in: bicihanîna çêkirina panelên hetavî, çalakkirina rola Sazîyên Rêveberîya Xweser bo peydakirina deverên fereh ji ceneratoran re, hevkarkirina birêveberîya xwecihî bi xwedîyên ceneratoran re bo peydakirina piştgirtineke sergihayî, siwarkirina ceneratorên piçûk yên bêdeng ku karibin kolanan ronî bikin, siwarkirina panelên hetavî yên xwedî kalîteyeke bilind û jîyeke dirêj, çaksazkirineke gerîyane ji panelên siwarkirî re, çalakkirina rola komîteya çavdêrîya gerîyane ji panelan re û misogerkirina domdarî û berdewamîya wan, dabînkirina parçeyên guhartinê ku bi buhayeke guncaw bin ji ceneratoran re, vekolîna li  jêderên din yên wizeyê ji bilî ceneratoran û wizeya hetavî ku pêkanîna wan gengaz be

Bîrwerkirin û gotûbêjên di rûniştineke maseya gilover de û belavkirina broşûran

Bi armanca berçavkirina bandora erênî ya ronîkirina kolanên hin komînan, rola rêxistinên civaka sivîl di peydakirina jêderên berdêl yên wizeyê û çawanîya parastina jêderên wizeya xwenûkirî; PÊL rûniştineke maseya gilover bi rê ve bir.

Girîngtirîn xalên ku rûniştinê got û bêj kirin; rola sereke ya ku wizeya elektrîkî pê radibe di warê hêsankirina bazirganîya dijîtal de, ji ber ku ew bi rêya telefon û laptopan pêk tê, ku ew jî bi elektrîkê kar dikin, tevî bandora kêmbûna elektrîk û wizeyê li biwarên din yên jîyanê, ku di encamê de bajarê Hisiçayê, pareke mezin ji sîmayên xwe yê şaristanî ji dest daye.

Rûniştinê çend qewîtî pêşniyar kirin bo dirustkirina bikaranîna wizeya elektrîkî, ku yên herî girîng ev bûn: Pêşkêşkirina bernameyên bîrwerane û ronakbîrkirinê bi rêya ragihandinê, xwespartina ser wizeya xwenûkirî (berdêl), guhartina lampeyên elektrîkê yên normal bi lampeyên ku wizeyê kêmtir xerc dikin, birêkûpêkkirina bikaranîna alavên elektrîkî, vemirandina kompiyutirê, veqetandina alavên elektronîk ji elektrîkê, nehiştina ku alavên elektrîkî bê sûd pêketî bimînin.

Beşdar li ser yek nêrînê bûn ku pêwîst e hevrêzî û hevkarî di navbera Sazîyên Rêveberîya Xweser û rêxistinên civaka sivîl de hebe, da ku rêyên giştî û rêçikên wan werin ronîkirin, heta ku dever bi tevahî bibe ronîkirî, çimkî ronîkirina kolanekê yan duyan ne bes e.

Her weha tîma PÊL hejmarek broşûrên bîrwerane li çend taxên bajêr belav kirin,  bi armanca xurtkirina bîrbirina girîngîya ku wizeya elektrîkî bi dirustî were bikaranîn, hem jî niştecih hatin handan ku daxwaza ronîkirina kolanên taxên xwe bikin, li gel xurtkirina pêhesîna wan bi berpirsyarîyê, ku ev yek dê bibe destekdar ku çarçoveya bandorkirinê berfereh bibe heta bigihêje taxên din.

Related Posts