Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

PÊL, çalakîyên meydanî bo xurtkirina bawerîyê di navbera niştecihan û komînê de bi cih tîne

PÊL, çalakîyên meydanî bo xurtkirina bawerîyê di navbera niştecihan û komînê de bi cih tîne

Rêxistina PÊL – Hisiça

PÊL, bi armanca ku bawerîyê di navbera niştecihên du taxên bajarê Hisiçayê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û komînan de xurt bike û şiyanên welatîyan yên bo piştgirtina aramîyê li bajarê Hisiçayê ava bike, komeke çalakîyên meydanî dane meşandin.

PÊL 150 çap ji rapirsînekê li ser komînên herdu taxên Til Hecer û Kelasê belav kirin, bi armanca ku di bipêşxistin û xurtkirina rola komînan de destekdar bibe, bi rêya beşdarkirina jinê û komên paşguhkirî.

Li ser vê bingehê, rapirsîna meydanî, alîyên zanyarî, zayendî, zimanî, çandî, cihê niştecihbûnê û jîyê kesên armancgirtî yên herdu taxan li ber çavan girtin.

Ev rapirsîn bû alîkar ku nêrîna rasteqîne ya niştecihên taxên armancgirtî were naskirin, her weha qaseya herî pêkan ji pêşniyarên niştecihan were bidestxistin, bi armanca xurtkirina têkilîyê di navbera wan û komînê de, naskirina hêvî û daxwazên wan yên girêdayî karê komînên taxên wan, hem jî girîngî bo nêrînên qadên civakê yên cuda were dayîn,  li gel ku der barê çawanîya karê komînê de bîrwerîyek ava bibe.

Girêdayî mijarê, tîma PÊL 1000 poster li herdu taxên Til Hecer û Kelasê danîn, bi armanca bîrwerkirinê, da ku girîngîya bersivdana komînan ji daxwazên civaka xwecihî û pêwîstîya çalakkirina komîteyên komînan re were xuyandin, ku ev yek hewleke ji bo ku astengîyên di encama lawazîya bersivdana komînan de werin sînordarkirin.

Piştî vê yekê tîma PÊL serî li 100 malên herdu taxên navbûrî da, bi armanca afirandina rûbereke ewle bo gotûbêjan bi wan re bike û bawerîyê di navbera wan û desthilata xwecihî de ava bike, valahî û çerxên di navbera wan dagire, li gel ku hestên beşdarbûn û hevkarîya çalak belav bike.

Van gotûbêjan tekezî li pêwîstîya ku dengê niştecihan bigihîne biryarsazan û girîngîya beşdarbûna civakî kir, ku ev girîngî di 3 xalan de xuya dibe; ew jî ev in: “Peydakirina xizmetguzarîyên sereke ji welatîyan re, xurtkirina lêbûna wan û pevguherîna ezmûnan”.

Di heman demê de hin niştecihan dît ku bawerîya bi karkirina komînan; nîşaneke sereke û girîng bo pîvana razîbûna welatîyan ji mîkanîzmên kar yên bikarhatî ye, ji ber ev bawerî girêdayî bersivdana komînan û biryarsazan ji daxwazên welatîyan re û pêkanîna karên ku dikevin xizmeta berjewendîyên wan e.

Ev çalakî di çarçoveya projeya Xabûrê de hat lidarxistin, ya ku xurtkirina hevgirtina civakî armanc digire.

Related Posts