Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

PÊL, çareserîyan bo bipêşxistina rewşa karê girêdayî komînan paşguhkirî encam digire

PÊL, çareserîyan bo bipêşxistina rewşa karê girêdayî komînan yê paşguhkirî encam digire

Erebî | kurdî

Rêxistina PÊL – Hisiça

Çalakîyên girêdayî xurtkirina rola jin, komên paşguhkirî û penaberan li komînên bajarê Hisiçayê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku PÊL bi cih anîn; komek pêşniyar jê hatin encamgirtin, ku dê rewşa karê komînan li gor berjewendîyên niştecihan bi pêş bixin.

“Komîn, di navbera rexnekirin û mîkanîzmên kar de” rûniştineke PÊL ya guftûgoyî ku rewşê şîrove dike

PÊL, bi armanca ku çawanîya welatî xwe berbijêrî karê komînan bikin, li gel ku berpirsyarîyên komînê, mîkanîzmên karê wê û hwd, bi niştecihên herdu taxên Til Hecer û Kelasê bide nasîn, civîneke guftûgoyî bi rê ve bir.

Hejmarek ji beşdaran dît ku pêwîst e komîn penaberên li taxan niştecih bûne nas bike, hem jî mîkanîzmeke çalak bo pêşkêşkirina xizmetkarîyan ji niştecihan re peyda bike, da ku rê li pêş karmendên ku welatîyan ji hev hevyaz dikin were girtin, vê yekê hişt ku li ser torên civakî gelek rexne li komînê bibin, ev jî dibe nîşaneya ku kêmasîyeke eşkere heye û divê balê bidinê.

Her weha beşdaran di gotûbêjan de anî ziman ku pêwîst e komîteyên komînên din werin çalakkirin, bi awayekî ku komîn ne tenê karê xizmetkarîyê bike, ev yek jî dê bandorekê eyênî li komînê bike, tevî pêwîstîya ku serokên komînan bi alîyên pêwendîdar re wekî birêveberîya xwecihî di nav têkilîyê de bimînin. Da ku xizmetkarî û rewşa bajêr ya giştî baştir bibe.

Du gotûbêjên PÊL ku rola jinê û komên paşguhkirî di komînan de raber dikin

PÊL du gotûbêj bi rê ve birin, ku jin, komên paşguhkirî û penaberên li hundir û derveyî kampan li hev civandin, da ku awayên xurtkirina cihê komên navbûrî di komînê de, girîngîya rola komîteya jinê ya komînê û şopandina kêşeyên ku ev kom ji ber wan derdan dikêşin nas bike, bi armanca ku mîkanîzmên xurtkirina ruhê beşdarbûna civakî peyda bike.

Di van gotûbêjan de beşdaran anî ziman ku bi ked û karê berdewam, gelek rêxistinên ku mafên jinê bin pê dikirin ji holê rabûne, lê sedema sereke ya ku di encama wê de jin nikare di komînê de bi roleke çalak rabe; ew e ku civaka me êlîtî ye û rola wê di karên bi vî rengî de napejirîne, tevî ku wê li ser van karan han dide jî.

Di heman demê de gelek beşdaran dît ku guhartina ramanên dûrxistinê, dikare bibe alîkar ku jin jî cihê xwe di komînê bigire, ji ber ew ciheke ku jin dikare kêşe û dozên xwe lê raber bike.

“Destdirêjî û nerîtên nekêrhatî”… jinên di kampan de

Beşdaran zehmetîyên ku jinên kampên penaberan bi komînan re dikişînin anîn ziman, bi taybet yên ku bê semyan in, çimkî gelek jinan gazin kir ku komîn piştgirî û alîkarîyan ji wan re pêş kêş nake, her weha hejmarek ji wan dijûn û sixêf li wan bûne û toşî destdirêjîyê jî hatine.

Her weha beşdaran got ku pêwîst e avanîya komînên kampan were guhartin, serokên komînan ji penaberan bi xwe werin hilbijartin, zêdekirina parastina ewlehîyê û peydakirina şopandinekê ji karê komînan re, hêzdarkirina jinê ji alîyê abûrî ve, li gel ku kon bi maline baştir werin guhartin.

Van gotûbêjan hejmarek pêşniyar encam dan, yên herî girîng; “Rûniştinên bîrwerkirinê ji herdu zayendan re, rahênan û komxebatên taybet ji serokên komînan yên herdu kampên Serê Kanîyê û Waşokanî re, siwarkirina kamîreyên çavdêrîyê di kampan de, çalakkirina mîkanîzma gilîkirinê, damezirandina komînên taybet bi jinê, da ku rûbera xwe ya taybet bi dest bixe û hin pêşniyarên din jî”.

Ev çalakî di çarçoveya projeya Xabûrê de hat lidarxistin, ya ku xurtkirina hevgirtina civakî armanc digire.

Related Posts