Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

PÊL, çendîya ku ciwan rewşa jîngehê li herêmê nas dikin got bêj dike

PÊL, çendîya ku ciwan rewşa jîngehê li herêmê nas dikin got bêj dike

Rêxistina PÊL – Qamişlo

PÊL, bi armanca gotûbêjkirina beşa duyem ji projeya Zalînê û naskirina ku çendî ciwan balê didin biwara jîngehê, li navenda xwe ya li bajarê Qamişloyê, civînek li dar xist.

Civîna ku PÊL li dar xist û 17 kesên xwebexş lê beşdar bûn; bi awayê guftûgoyên vekirî hat meşandin, bi armanca ku çendî haydarîya ciwanan ji mijarên jîngehî yên herêma wan û  pêwîstîyên hêzdarkirina wan di vê biwarê de were naskirin.

Di encamê de, lihevkirineke li ser gavên destpêkî yên cîbicîkirina projeyê pêk hat, hin ji wan gavan ev in: “Destpêşxerî, pêşkêşkirina fîlmên der barê jîngehê de, lidarxistina komxebatên girêdayî mijarê û hwd”, li gel ku bala beşdaran hat kişandin ku ew li arîşeyên jîngehî yên li derdora xwe bigerin.

Armanca vê projeyê ew e ku di xurtkirina rola ciwanan di avakirina aştîyê û parastina jîngeha herêma Cizîrê de beşdar bibe.

Related Posts