Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

“Dahûrandina Peyvajoyîyê”… serenavê komxebateke PÊL ya rahênanî ku ciwanan armanc digire

Rêxistina PÊ – Qamişlo

PÊL, der barê şîrovekirina têgiha “dahûrandina peyvajoyîyê” û girîngîya wê, li gel vekolîna hêmanan û liberçavgirtina wan di çaxa dahûrandina çi kêşeyê de, li navenda xwe ya li bajarê Qamişloyê, komxebateke rahênanî bi cih anî.

Vê komxebatê 23 keç û xortên ciwan armanc girtin, ku tê de girîngîya dahûrandina peyvajoyîyê û hêmanên ku divê li ber çav werin girtin gava dane werin komkirin û encamên wê werin encamgirtin.

Beşdar li ser çend koman hatin dabeşandin, bi armanca ku têgihştina wan ji awayên çarekirina kêşe yan rewşeke taybet re were xurtkirin.

Ev komxebat di çarçoveya projeya Zalîn 2 de hat lidarxistin, ya ku PÊL bi armanca xurtkirina rola ciwanan di avakirina aştîyê de û parastina jîngeha li Herêma Cizîrê da destpêkirin.

Related Posts