Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

Bo naskirina proje û planên yên herî dawî… PÊL serî li Birêveberîya Gilêşgehan dide

Bo naskirina proje û planên wê yên herî dawî… PÊL serî li Birêveberîya Gilêşgehan dide

Rêxistina PÊL – Qamişlo

PÊL serî li Birêveberîya Gilêşgehan ya li Rawestgeha Giştî ya li bajarê Qamişloyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye da, bi armanca ku beşên wê û mîkanîzmên karên wê nas bike.

16 keç û xortên ciwan tev li serîlêdanê bûn, da ku pêrabûnên der barê parastina jîngeheke ewle tên standin, projeyên heyî û planên paşerojî yên projeyan nas bikin.

Her weha endazyara sivîl Ronak Oskan birêvebera Rawestgeha Giştî karên herî girîng yên ku birêveberî wan bi cih tîne, şîrove kirin; wekî “projeya komkirina gilêşê li bajarê Qamişloyê û gundewarên wî bi rêya binaxkirina wê li Gilêşgeha bajarê Holê ku birêveberîyê bi dirêjahîya 300 û kinahîya 300 û kûrahîya 7 metreyan çêkiriye û 6 şane li derûdora wê bi cih kirine”. Li gel hin projeyine din jî.

Vê serîlêdanê nêrînên alîyên pêwendîdar û ciwanên beşdar nêzî hev kirin, li gel ku ew tev li hûrgilîyên bibandor yên taybetî bi Birêveberina Gilêşgehan kirin ku berî hingê hayê wan ji van agahîyan tune bû.

Ev serîlêdan di çarçoveya projeya Zalîn-2yê da hate bicihkirin ku xurtkirina rola ciwanan ya beşdarîya avakirina aştîyê û hevgirtina civakî armanc digire.

Related Posts