Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

PÊL balê dikişîne ser nerîtên êzîdîyan û binpêkirinên ku di mafên wan de tên kirin

PÊL balê dikişîne ser nerîtên êzîdîyan û binpêkirinên ku di mafên wan de tên kirin

 

Erebî | kurdî

Rêxistina PÊL – Qamişlo

PÊL, bi serenavê “Çanda Êzîdî û Binpêkirinên di Mafê Wê de”, bi armanca zelalkirina hin têgihên ku der barê nerîtên êzîdîyan yên cejnên wan; bi taybet yên Cejna Çarşema Sor yên ku di civakê de belav bûne, her weha da ku balê bikişîne ser binpêkirinên ku di mafên wan de tên kirin, rûniştineke guftûgoyî li dar xist.

Ji hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê; rojnameger û çalakvan di civînê de beşdar bûn, li navenda PÊL ya li bajarê Qamişloyê.

Beşdaran da xuyakirin ku kelandina 12 hêkan û rengerengkirina wan; nîşaneya hejmara mehên salê ye, piştre êzîdî qaşilan tavêjin zevîyên çandinîyê, ji bawerîyekê ku ev dê dewlemendîya xakê û xêr û bereketê ji wan re bîne.

Der barê nîşaneya hêkan li gel êzîdîyan û hilbijartina wê bo şahî û cejnên wan; hin beşdarên êzîdî da xuyakirin, ku hêk sembola erdê ye û kelandina wê nîşaneya çêbûna qaşil û tovê erdê ye, lê lixwekirina cilên spî nîşaneya pakî û zelalîyê ye.

Her weha beşdaran binpêkirinên ku di mafên êzîdîyan de hatin kirin, bi taybet yên piştî 2011an, yên piştî ku kirîza Sûrîyeyê dest pê kir anîn ziman, hem jî tekezî li yên girêdayî mafê niştecihbûn û xweyîtîyê kir, nexasim li deverên ku Tirkîyeyê dagir kirine.

Hejmarek ji beşdaran ziyanên li bêhtirî 90 serdangeh, guzargehên giştî û pîrozgehên taybet yên êzîdîyan, yên di encama operasyonên Kanîya Aştîyê û Şaxê Zeytûnê de, li gel ziyanên di encama avakirina mizgeftan li gundên êzîdîyan û neçarkirina wan ku ola islamê bipejirînin rexne kir, hin vîdyoyên ku heta nuha li ser torên civakî belav bûne, vê yekê tekez dikin.

Ev rûniştin di çarçoveya projeya “Kanî”yê de hat lidarxistin, ya ku PÊL bo piştgirtin û algirtina penaberan û belgekirina mafên niştecihbûn, xweyîtî û zemînê yên penaber û koçberan daye destpêkirin.

Related Posts