Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

PÊL… pêwîstîya ku dozên jîngehî bibin dozên civakî yên giştî

PÊL… pêwîstîya ku dozên jîngehî bibin dozên civakî yên giştî

 

Rêxistina PÊL – Qamişlo

PÊL, bi hevkarîya li gel Komeleya Kezîyên Kesk, bi armanca bilindkirina asta şiyanên ciwanan da ku karbin kêşeyên jîngehî dest nîşan bikin û dahûrînin, hem jî wan bikin dozên civakî yên giştî, li navenda xwe ya li bajarê Qamişloyê, komxebateke rahênanê der barê “çawanîya ku dozên jîngehî bibin dozên civakî yên giştî” bi cih anî.

Di komxebatê de, têgihên jîngehî yên giştî, çawanîya ku kar li ser dozên jîngehî were kirin da ku bibin dozên civakî yên giştî, berzkirina astengîyên jîngehî yên li herêmê û awayên zorbirina wan, li gel ku mîkanîzma berferehtirkirina rûbera şînatîyê bi rêya çandina daran hatin şîrovekirin.

Komxebatê tekezî li pêwîstîya destnîşankirin û vekolîna kêşeyên jîngehî û destpêşxerîyên çareserkirina wan kir, wekî: “Guhartina qutîk û kîsên plastîk bi keresteyên ku di bin axê de dirizin, bi taybet ew paşmayînên ku ne di bin axê de dirizin û ne jî ji nû ve tên bikaranîn; wekî şûşe û mûşeyên avê û hwd”.

 

Her weha komxebatê tekezî li pêwîstîya ku semad bi awayekî kêm were bikaranîn, li gel parastina çavkanîyên avê ji qirêjî û gemarîyê û adaptekirina jiberçûna ava karêzan kir.

 

Ev komxebat di çarçoveya projeya Zalîn-2 ya ku PÊL serperiştîya wê dike de hat lidarxistin, bi armanca ku rola ciwanan di avakirina aştî û parastina jîngeha Herêma Cizîrê de xurt bike.

Related Posts