Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

“Metirsîyek li ser Tendirustîya Giştî”… komxebateke PÊL der barê birêvebirina paşmayînên hişk

“Metirsîyek li ser Tendirustîya Giştî”… komxebateke PÊL der barê birêvebirina paşmayînên hişk

Rêxistina PÊL – Qamişlo

PÊL, bi armanca bilindkirina stratejîyeke gereg bo birêvebirina paşmayînên hişk û bilindkirina asta bîrwerîyê ya ji bo kêmkirina metirsîya wan, li navenda xwe ya li bajarê Qamişloyê yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, komxebateke rahênanê der barê “Metirsîyek li ser Tendirustîya Giştî” bi cih anî.

Komxebata ku 33 kes lê beşdar bûn; metirsîyên ku paşmayîn li tendirustîya giştî çêdikin anîn ziman, ji ber ku kêzik û kêzokên ku nexweşîyan vediguhêzin di nav wan paşmayînan de hene.

Beşdaran dît her ku serjimarîya niştecihan zêde dibe, qaseya paşmayînan pê re pirrtir dibe, lewre pêdivî bi awayine berdewam heye, ku serederîyeke çalak bi qaseya paşmayînan ya ku bi awayekî berdewam zêde dibe pêk were, bi rêya veçerxandina wan bi awayekî tendirust û ewle, li gel pêwîstîya xurtkirina bîrwerîyê û zêdekirina xebatê di vê maweyê de.

Rahênera komxebatê da xuyakirin ku qaseya paşmayînên hişk yên ku sala 2021ê, li Qamişloyê tenê hatin komkirin, gihîşte 122 ton.

Di komxebatê de hejmarek awayên sivikirina bandora paşmayînên hişk hatin pêşniyarkirin; ji yên herî girîng: “Nirxandina rewşa heyî, paştirkirina veçerxandin û dabeşandinê, bipêşxistina alîyê teknîkî û endezyarî, plansazkirineke baş bo çopxneyan, veçerxandin, sînordarkirina mezaxtina zêde, bîrwerkirina bi awayên din yên derkirinê, li gel derkirina derzî û alavên tûj bi awayekî ewle”.

Komxebatê tekezî li metirsîya paşmayînên plastîk yên bi hêsanî dirizin kir, çimkî li seranserî cîhanê, tenê rêjeya 9% ji van paşmayînan tên veçerxandin.

Ev komxebat di çarçoveya projeya Zalîn-2 de hat lidarxistin, ya ku xurtkirina rola ciwanan di avakirina aştî û hevgirtina civakî de aramnc digire.

Related Posts