Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

“Bo hêzdarkirina rola şaredarîyê”… PÊL pêvajoya duyem ya projeya Qamîşê dide destpêkirin

“Bo hêzdarkirina rola şaredarîyê”… PÊL pêvajoya duyem ya projeya Qamîşê dide destpêkirin

Rêxistina PÊL – Qamişlo

PÊL, bi armanca ku pêvajoya duyem ya projeya Qamîşê bide nasîn, encamên ku pêvajoya yekem ya projeyê pêk anîn, li gel wergirtina pêşniyar û qewîtîyên ku rola şaredarîyan ya çalak baştir bikin, li navenda xwe ya li bajarê Qamişloyê, rûniştineke guftûgoyî bi rê ve bir.

Alîyên çalak yên Şaredarîya Gel ya Qamişloyê, Komîteya Şaredarîyan û hejmareke çalakvanên sivîl, rojnameger û niştecihan di rûniştinê de beşdar bûbûn.

Birêvebera rûniştinê proje û hersê destpêşxerîyên wê “Jîn, Hevpêwendî, Hukumdarî”yê yên ku sala bûrî bi cih hatibûn dan nasîn, her weha vîdyoyeke ku naveroka her destpêşxerîyekê diyar dike hat pêşkêşkirin.

Beşdaran pesinê ramana projeyê da, çimkî peydakirina awayine hevpêwendîyê di navbera niştecihan û sazîyên xizmetguzarîyê de pêwîstî ye.

Ev rûniştin di çarçoveya çalakîyên pêvajoya duyem ya projeya Qamîşê hat lidarxistin, ya ku PÊL bi armanca ku di xurtkirina şiyanên welatî û şaredarîyan de beşdar bibe bi cih tîne, da ku tevlêbûneke baştir, avakirina aştî û hevgirtina civakî pêk bîne.

Related Posts