Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

Perwerdeya zimanê ingilîzî li Tirbespîyê dest dike

Perwerdeya zimanê ingilîzî li Tirbespîyê dest pê dike

Rêxistina PÊL – Tirbespî

PÊL, bi beşdarbûna 24 xwendekaran, li navenda xwe ya li bajarê Tirbespîyê yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, perwerdeya zimanê ingilîzî (asta 1ê) dide destpêkirin.

Ev perwerde, fêrkirina hejmareke kesên taybet li ser hinerên hevtêkilîya destpêkî, rêgezên sereke yên rêzimanê û awayê forma pirsê di zimanê ingilîzî de armanc digire.

Perwerde dê 30 rojan berdewam bimîne û waneyên wê li ser 16 rûniştinan dê bêne dabeşandin.

Hêjayî gotinê ye ku di demeke berê de, PÊL 9ê vê mehê destpêkirina tomarkirinê ragihandibû. Di çarçoveya projeya Vînê de, ya ku beşdarbûna di amadekirin û bilindkirina asta hinerên ciwan, jin û komên paşguhkirî di warê geşepêdana xwecihî de armanc digire, li gel xurtkirina rola çand û hunerê di avakirina aştî û pirrengîya olî, zimanî û çandî de.

Related Posts