Rêxistina PÊL – Qamişlo
PÊL, bi serenavê “Bandora Binpêkirinên Mafên Xweyîtîyê li Zimanê Kurdî li Efrîn, Serê Kanîyê û Girê Spî”, li navenda xwe ya li bajarê Qamişloyê yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rûniştineke guftûgoyî der barê zimanê kurdî de li dar xist.
Rojnameger, rêxistinên civaka sivîl û hejmarek ciwanên ji hemû pêkhateyên herêmê di rûniştinê de beşdar bûn.
Di tewereya yekem ya rûniştinê de, bipêşkeftina zaravayên kurdî heta ku gihîştin awayê xwe yê nuha hate şîrovekirin.
Di tewereya duyem de, bandora binpêkirinên mafên xweyîtîyê li zimanê kurdî li bajarên Efrîn, Serê Kanîyê û Girê Spî, li gel rewşa zimanê kurdî li deverên ku di bin dagirkerîya Tirkîyeyê de ne hatin pêşkêşkirin.
Ev rûniştin di çarçoveya projeya Kanîyê de hat lidarxistin, ya ku belgekirina binpêkirinên mafên xweyîtî, zemîn û niştecihbûnê yên li deverên dagirkirî “Efrîn, Serê Kanîyê û Girê Spî”yê armanc digire.