Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

PÊL tekezîyê li astengî û rewşa çaksazkirina û kolanên bajarê Qamişloyê dike

PÊL tekezîyê li astengî û rewşa çaksazkirina rê û kolanên bajarê Qamişloyê dike

Rêxistina PÊL – Qamişlo

PÊL, bi armanca xurtkirina rola şaredarî û niştecihan di nirxandina projeyên şaredarîyê yên heyî û pêşniyarkirina qewîtî û çareserîyan, li navenda xwe ya li bajarê Qamişloyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rûniştineke guftûgoyî der barê “Çaksazkirina Rê û Kolanên Şaredarîyên Qamişloyê; Rewş û Astengîyên Wan” bi cih anî.

Di vê rûniştinê de hejmarek alîyên çalak yên Şaredarîya Qamişloyê û nivîsgeh û komîteyên girêdayî wê lê beşdar bûn.

Gotûbêjên rûniştinê der barê “projeyên çaksazkirina kolanên bajêr yên heyî û yên paşerojê, pîvanên kalîte, şopandin û hevrêzkarîya bi sazîyên ku projeyan bi cih tînin re, pêşekîyên hilbijartina cihên çaksazkirin û ziftkirinê yên kolanên bajêr, astengî, plan û projeyên paşerojê” de bûn.

Şaredarîyê da xuyandin ku wan 80% ji planên ziftkirina kolanên Qamişloyê bi cih anîne, astengîyên derengmayîna planan sedema wan mijarên hevrêzîya bi şaredarîyê re bû, her weha pêwîstîya berçavgirtina hin pîvanên rêyan yên girîng, li gel ku şaredarî li ser bicihanîna planên vê salê yên nû kar dike.

Beşdar gihîştin hejmarek qewîtîyan ku yên herî girîng ev in: “Piştgirtina rêxistinên civaka sivîl ji çaksazkirina kolanan re, damezirandina komîteyên paqijîyê yên bîrwerane li komînan, avakirina rawestgehan ji swareyên giştî re, çêkirina rêgehekê ji peyayan re li navenda bajêr bo sivikirina qerebalixa kombûnê, liberçavgirtina pîvanên girêdayî kesên xwedî pêdivîyên taybet, sepandina xerametan li kesên ku li ber peyarêyan cih digirin û hwd”.

Ev rûniştin di çarçoveya projeya Qamîş-2yê ya ku PÊL bi cih tîne de hat lidarxistin, ku hêzdarkirina rola şaredarîyê li bajarê Qamişlo û gundewarên wî û xurtkirina têkilîya di navbera niştecihan û şaredarîyê de armanc  digire, da ku aştîya navxweyî û hevgirtina civakî hêzdar bibe.

Related Posts