Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

Komxebateke rahênanê der barê hinerên çareserkirina kêşeyan

Komxebateke rahênanê der barê hinerên çareserkirina kêşeyan

Rêxistina PÊL – Qamişlo

PÊL, bi armanca xurtkirina beşdarbûna welatîyan di biryarên navxweyî û hukumê xwecihî de, li gel rahênankirina wan li ser dahûrandina kêferatê, li navenda xwe ya li bajarê Qamişloyê yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, komxebateke rahênanê der barê “Hinerên Çareserkirina Kêşeyan û Standina Biryarên Çalak” bi cih anî.

12 kesên rojnameger, çalakvanên civaka sivîl, hejmarek berpirsên Rêveberîya Xweser û hwd di komxebatê de beşdar bûn.

Vê komxebatê tekezî li “kêşeyên birêvebirinê, pênasekirina çareserkirina kêşeyan û biryarstandinê, cureyên kêşeyan û gavên çareserkirina wan, têgiha kêferatê û dahûrandina wê, têgiha navincîtîyê, cudahîya di navbera gotûbêj û guftûgoyê de, têgih û taybetîyên danûstandinan û prensîpên wan û hwd” kir.

Ev komxebat di çarçoveya projeya Qamîş – 2yê ya ku PÊL bi cih tîne de hat lidarxistin, ya ku hêzdarkirina girîngîya beşdarbûna civakî di xurtkirina rola şaredarîyan ya peydakirina xizmetguzarîyên paqijîya giştî de armanc digire.

Related Posts