Rêxistina PÊL – Qamişlo
PÊL, bi armanca gotûbêjkirina pêrabûn û mîkanîzmên ku şaredarî û desteyên pêwendîdar di warê xurtkirina tendirustîya giştî de pê radibin, li navenda xwe ya li bajarê Qamişloyê yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, der barê “Rola Şaredarîyan di Xurtkirina Tendirustî û Saxlemîya Xwarinmenîyê” de, rûniştineke guftûgoyî bi cih anî.
Alîyên çalak yên Şaredarîya Gel ya Qamişloyê, Nivîsgeha Tendirustîyê, Heyva Sor ya Kurd, Nivîsgeha Çavdêrîyê ya Desteya Tendirustîyê, Nivîsgeha Pêjiyanîyê û hejmarek çalakvanên sivîl, rojnameger û welatî di rûniştinê de beşdar bûn.
Rûniştin bi danasîna erk û berpirsyarîyên Nivîsgeha Tendirustîyê ya Şaredarîyên Qamişloyê û mîkanîzmên hevrêzîyê yên bi sazîyên pêwendîdar yên têkildarî pîvanên saxlemîya tendirustîyê re hate destpêkirin.
Beşdaran hem pêrabûnên ku şaredarî û desteyên pêwendîdar ji bo xurtkirina tendirustîya giştî û mîkanîzmên çavdêrî û şopandinê yên mercên kalîte û saxlemîya xwarinmenîyê distînin, hem şêweyên ku ji bo sînordarkirina avdana çandinîyê bi ava gemarbûyî bi kar tînin, hem jî awa û alavên birêvebirina paşmayînên organîk û yên bijîşkîyê got û bêj kirin.
Ev rûniştin bi awayê guftûgoyeke vekirî hate meşandin, ku di dawîyê de qewîtî û pêşniyarên beşdaran hatin encamgirtin, ew jî dê beşdarbûna civakî xurt bikin û bersivdanê baştir bikin; wekî “sazkirina biryar û yasayên dîyar û paşvelêder û serpêçîyên diravî ku li ser tevahîya welatîyan werin giştîkirin, divê sendoqeke bijîşkî ya hawarçûnê û vemirînereke agir li her derê hebin (xwaringeh, dikan, kargeh û hwd), siwarkirina kamîreyên çavdêrîyê li hin pêjgeh û dikanan, her weha divê kampanyayên reşandina kêzikkujan li dikan û sazîyan berdewam bimînin”.
Ev rûniştin di çarçoveya projeya Qamîş – 2yê ya ku PÊL bi cih tîne de hat lidarxistin, ya ku hêzdarkirina rola şaredarîyên bajarê Qamişlo û gundewarên wê, xurtkirina têkilîya di navbera niştecihan û şaredarîyê de aramnc digire, da ku aştîya navxweyî û hevgirtina civakî bi hêz bibe.