Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

PÊL encamên rewşa abûrî ya Cizîrê li ciwanan got û bêj dike

PÊL encamên rewşa abûrî ya Cizîrê li ciwanan got û bêj dike

Rêxistina PÊL – Tirbespî

PÊL, bi armanca ku rewşa abûrî li Cizîrê got û bêj bike û astengî û zehmetîyên ku dibin kelem li pêş geşepêdana abûrî û peydakirina xizmetguzarîyên pêwîst yên ji bo pêkanîna herêmeke aram û ewle nas bike, li navenda xwe ya li bajarê Tirbespîyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rûniştineke guftûgoyî li dar xist.

Ev rûniştina ku 14 kes lê beşdar bûn, bandora rewşa abûrî li ciwanan ji alîyê “koçkirin, şûkirin û bêkarî”yê ve, sedemên herî girîng yên paşveçûna rewşa abûrî û xizmetguzarîyê di vê dema nuha de, wekî: “Kêmbûna çavkanîyên dabînkirina dahatekê, dergehên sînorî, kêmbûna nirxê lîreyê, kelûpel û pêdiviyên sereke yên jîyanê, gendelî, şer, têkçûna jêrxaneyê, xwespartina dewletên din bi awayekî zêde û hwd” got û bêj kirin.

 

Her weha beşdaran hejmarek çareserîyên ku dikarin dijwarîya arîşeyê sivik bikin anîn ziman, her wekî: “Peydakirina derfetên kar, bipêşxistina şiyanên ciwanan, rakirina sizayan, baştirkirina rewşa xizmetguzarîya herêmê, bidestxistina ciwanên xwedî şiyan û kesên xwedî pisporî û dabînkirina derfetên kar yên ku ji wan re guncaw bin, dûrketina ji wê yekê ku mirov tenê bi xwe bihizirin û êdî bi komê yan bi civakê bihizirin û hwd”.

Ev yek di çarçoveya projeya Vînê ya ku PÊL da destpêkirin de hat lidarxistin, ya ku beşdarbûna di amadekirin û bilindkirina asta hinerên ciwan, jin û komên paşguhkirî yên ji bo geşepêdana xwecihî , li gel xurtkirina rola çand û hunerê di avakirina aştî û pirrengîya olî, zimanî û çandî de armanc digire.

Related Posts