Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

“Rewşa Standardkirina Zimanê Kurdî û Astengîyên li Pêş”… civîneke guftûgoyî ku PÊL li dar dixe

“Rewşa Standardkirina Zimanê Kurdî û Astengîyên li Pêş”… civîneke guftûgoyî ku PÊL li dar dixe

Rêxistina PÊL – Qamişlo

PÊL, bi serenavê “Rewşa Standardkirina Zimanê Kurdî û Astengîyên li Pêş”, li navenda xwe ya li bajarê Qamişloyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, civîneke guftûgoyî li dar xist.

Di vê rûniştinê de, alîyên çalak yên mîna mamosta, lêkoler û edîtorên zimanê kurdî, hem jî hejmarek çalakvan beşdar bûbûn. Armanca wê ew bû ku xebatên der barê standardkirina zimanê kurdî li ser asta herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her weha rola rewşenbîr û çopxneyan di pêkanîna vê armancê de got û bêj bike.

Beşdaran tekezî li pêwîstîya handana alîyên pêwendîdar kir ku siyaseteke zimanî saz bikin, da ku xebatên standardkirina rêziman, rastnivîsîn û têgihên zimanê kurdî leztir bikin, hem jî rola ku guherînên siyasî di warê sazkirina siyaseta zimanî û bipêşxistin yan astengkirina wê de dilîze anî ziman.

Li ser vê bingehê, di rûniştinê de hat ragihandin ku pirtûka Rêzimana Kurmancî ya ku dê bibe bingeha standardkirina rêziman û rastnivîsîna kurmancîyê di warê amadebûnê de ye.

Di dawîyê de, beşdaran hejmareke pêşniyarên ji bo parastina kiltûr û wêjeya kurdî ya devkî ji alîyên pêwendîdar re pêşniyar kirin; wekî: “Damezirandina sazîyekê ku mîna komeleyeke zimanî be û di warê mijarên zimanî yên cihê nelihevkirinê ne bibe cihê biryar û lêvegerê, li gel avakirina komine taybet ku di bin banê sazîyekê de li ser komkirina wêje û kiltûra devkî kar bikin”.

Related Posts