Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

“Berî Lehîyê”… fîlmeke ku PÊL bi armanca diyarkirina sedemên guherînên seqayê pêş kêş dike

“Berî Lehîyê”… fîlmeke ku PÊL bi armanca diyarkirina sedemên guherînên seqayê pêş kêş dike

Rêxistina PÊL – Qamişlo

PÊL, serpêhatîya fîlmê belgewarî yê “Before the Flood”ê ango “Berî Lehîyê” li ser rewşa gemarbûnê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anî, da ku balê bikişîne ser bandora guherînên seqayê li jîngeh û niştecihên herêmê.

Fîşer Stîfênz, lîstikvan, nivîskarê şanogerî û derhênerê sînemayê ev fîlm derhênaye, her weha bi hevkarîya li gel Lîyonardo Dî Kabiryo, Cêms Bakir, Brêt Ratner û Martin Skorsizî hate berhemdan.

Ev fîlm cara yekem di çirîya pêşîn ya sala 2016an li ser kenala National Geographicê hate pêşkêşkirin.

Fîlm serpêhatîya zilamekî pêş kêş dike ku li seranserî cîhanê digire, hevdîtinan bi hejmarek zanyar û pisporan re çêdike, da ku encamên cuda yên guherîna seqayê û zuhakirina dahatên xwezayî, sedemên bilindbûna rêjeya ava deryayan û derhatina gazên germbûnê (yên ji bo germkirina malan tên bikaranîn), li ser bingeha belgeyên zanistî nas bike.

Piştî pêşkêşkirina fîlm, beşdaran mijarên ku balê dikişînin ser guherîna seqayê û girîngîya beşdarkirina alîyên çalak yên têkildarî çareserkirina vê kêşeyê got û bêj kirin.

Ev çalakî di çarçoveya projeya Zalîn-2yê de hat lidarxistin, ya ku armanca wê di warê xurtkirina rola ciwanan di avakirina aştîyê û parastina jîngeha Herêma Cizîrê de beşdar bibe.

#PêlCivilWaves
#Rêxistina_PÊL #PÊL
#Zalîn2 #Avakirina_Aştîyê
#Pêşkêşkirina_Fîlm #Parastina_Jîngehê

Related Posts