Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

Kirîza niştecihbûn û kirê li Qamişloyê… rûniştineke guftûgoyî ku PÊL bi ve dibe

Kirîza niştecihbûn û kirê li Qamişloyê… rûniştineke guftûgoyî ku PÊL bi rê ve dibe

Rêxistina PÊL – Qamişlo

PÊL, bi armanca ku balê bikişîne ser kirîza niştecihbûn û kirêyê ya li bajarê Qamişloyê, hem jî di sînordarkirina pevçûnan û xurtkirina hevgirtina civakî de beşdar bibe, li navenda xwe ya li bajarê Qamişloyê, rûniştineke guftûgoyî der barê rewşa kirêyê û astengî û çareserîyên wê bi rê ve bir.

Alîyên çalak yên Şaredarîya Gel ya Qamişloyê (Nivîsgeha Yasayî), Yekîtîya Pîşesazîyê, nivîsgehên samanan, li gel hejmarek penaber, rojnameger û welatîyan (xwedîyên xanîyan yan kirêçî) di rûniştinê de beşdar bûn.

Rûniştin bi axaftina der barê rewşa niştecihbûn û kirêyê ya li bajarê Qamişloyê ji sala 2011an ve û heta îroj hate destpêkirin, wan binesazîya yasayî ya têkilîya di navbera kirêçî û xwedîyên xanîyan de, rola alîyên çalak û nivîsgehên samanan di birêkûpêkkirina vê têkilîyê û sînordarkirina pevçûnan de, hem jî sedemên bilindbûna kirêyê li bajarê Qamişloyê got û bêj kirin.

Piştî guftûgoyeke vekirî ku du demjimêr û nîv berdewam ma, beşdar gihîştin hin qewîtî û pêşniyaran ku dê beşdarbûna civakî xurt bikin, di sînordarkirina kêşeyên niştecihbûnê û pevçûnên wê de destekdar bin, li gel ku aştî û hevgirtina civakî bipeyitînin, yên herî girîng ev in:

Tekezî li wê yekê hat kirin ku girîng e rêxistinên xwecihî û yên navdewletî, desthilatên xwecihî û alîyên çalak ji bo bîrwerkirina welatîyan bi zagonan kar bikin, hebûna zagon û mercên zelal di girêbestê de û liberçavgirtina rewş û pîvanên kesên xwedî pêdivîyên taybet, tekezkirina li ser pêwîstîya ku hevrêzkarî di navbera Yekîtîya Nivîsgehên Samanan hebe ku civînên gerîyane bi biryarsazan re li dar bixin, da ku biryaran bidin yan hin bendan li gor berjewendîyên herdu alîyên girêbestê biguherînin, çalakkirina rola çavdêrîkirinê ya komînê û ya alîyên pêwendîdar ku mafê kirêdar û kirêder biparêzin, li gel pêwîstîya ku Rêveberîya Xweser ji binî ve vê kêşeyê çareser .bike, bi taybet bo penaberan

Ev rûniştin di çarçoveya projeya Qamîş-2yê ya ku PÊL daye destpêkirin de hat lidarxistin, ya ku hêzdarkirina Şaredarîya bajarê Qamişlo û gundewarên wê, xurtkirina hevtêkilîya di navbera niştecihan û şaredarîyê de armanc digire, da ku aştîya navxweyî û hevgirtina civakî xurt bike.

Related Posts