Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

Xwendina zanîngehê… di navbera pirr lêçûnên û kêmbûna derfetên kar

Xwendina zanîngehê… di navbera pirr lêçûnên wê û kêmbûna derfetên kar

Rêxistina PÊL – Tirbespîyê

PÊL di rûniştineke guftûgoyî de, tekezî li berztirîn kêşeya xwendekarên zanîngehê kir ku rewşa wan asteng dike, ew jî girêdayî nebûna xewgehên zanîngehan yên ku pêdivîyên wan peyda bikin e, bi taybet xwendekarên ku ji bo xwendina xwe diçin parêzgehên din, ji ber ku hemû beşên fakulteyan li Hisiçayê tune ne, li gel kêmbûna pêşbirkên karmendîtîyê.

Ev rûniştina ku li navenda PÊL ya li bajarê Tirbespîyê hat lidarxistin; hejmarek xwendekar û mamostayên zanîngehan lê beşdar bûn, tê de tekezî li astengî û kêşeyên ku li pêş xwendekarên zanîngehê di xwendina wan de dibin kelem, rola alîyên çalak û civaka xwecihî di algirtin û piştgirtina daxwazên xwendekaran de û pêşniyarkirina çareserîyên guncaw hate kir.

Gotûbêj bi giştî der barê astengîyên herî berbiçav yên ku xwendekar di pêvajoya xwendina zanîngehê de toşî wan dibin ku êdî dihêlin dilê xwendekaran ji xwendina wan sar bibe û berdewam nekin, hatin birêvebirin; yên herî girîng ev in: “Kêmbûna pêşbirkên karmendîtîyê û derfetên kar ku tenê ji wan kesên ku nasên wan yên berpirsyar hene re ye, buhabûna kirêya çûn û hatinê û nebûna daşikandinê ji xwendekaran re, li gel kelemên ku dibin asteng û nahêlin ew bigihêjin zanîngehên xwe bi taybet di dema ezmûnan de”.

Beşdaran hejmareke çareserîyên ji bo derbaskirina van kêşeyan pêşniyar kirin, yên herî girîng ev in: “Kêmkirina buhaya semîneran û çavdêrîkirina çapxaneyan ji ber ku buhayên wan ji hev cuda ne, kêmkirina buhayê  siwareyên çûn û hatinê, peydakirina xewgehên zanîngehan ji xwendekaran re ku têra hejmara wan bikin, li gel kêmkirina kirêya xanîyan ji wan re”.

Ev rûniştin di çarçoveya projeya Vînê ya ku PÊL bi cih tîne de hat lidarxistin, ya ku amadekirin û bilindkirina hinerên ciwan, jin û komên paşguhkirî, li gel xurtkirina rola hunerê di avakirina aştî û pirrengîya olî, zimanî û çandî de armanc digire.

Related Posts