Rêxistina PÊL – Hisiça
PÊL, bi armanca danasîna her deh kilîdên serkeftinê, gavên hêsankirina wê, naskirina kelemên serkeftinê, li bajarê Qamişloyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, komxebateke rahênanê der barê “Kilîdên Serkeftinê yên Kar” bi cih anî.
20 kes li komxebatê beşdar bûn ku tê de hejmarek şîret û hevokên handana serkeftinê û danasîna taybetîyên kesê serkeftî hatin pêşkêşkirin.
Ev her deh kilîdên serkeftinê xwe dispêrin yên ku doktor Brahîm Elfeqî pisporê geşepêdana mirovî û programbûna zimanî û damarî anîne ziman, ew kilîd jî ev in: “Hander, enerjî, hiner, xeyalkirin, kirin, pêşbînî, pabendî, nermbûn, deyax û adabtebûn”.
Ev komxebat di çarçoveya projeya Xabûr-2yê de hat lidarxistin, ya ku beşdarbûna di xurtkirina şiyanên welatîyan yên ji bo piştgirtina aramîyê û pêkanîna beşdarbûneke baştir û avakirina aştîyê û hevgirtina civakî armanc digire.