Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

PÊL li navenda xwe ya li Tirbespîyê perwerdeyeke “Hawarçûnên Destpêkî” bi cih tîne

PÊL li navenda xwe ya li Tirbespîyê perwerdeyeke “Hawarçûnên Destpêkî” bi cih tîne

Rêxistina PÊL – Tirbespî

PÊL, bi armanca naskirina hinerên alîkar yên rewşên bijîşkî yên giştî yên awarte ku têkildarî nexweşî yan bûyerekê bin, yên ku dibe di her cih û demê de rû bidin, li navenda xwe ya li bajarê Tirbespîyê yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, perwerdeyeke “Hawarçûnên Destpêkî” bi cih anî.

Ev perwerdeya ku maweya şeş rûniştinan dirêj kir, 23 beşdar armanc girtin, tê de prensîp û bingehên hawarçûnên destpêkî; wekî “pîvana fişara xwînê, rehjen, germahî û hwd”, celebên derzîyan û çawanîya bikaranîna wan, hawarçûnên destpêkî yên şewatan û rewşên jehirîketinê, li gel wateya hin têgihên bijîşkî yên girîng hatin şîrovekirin.

Ev perwerde di çarçoveya projeya Vînê hat lidarxistin, ya ku beşdarbûna di baştirkirin û bilindkirina asta hinerên ciwan, jin û komên paşguhkirî yên ji bo geşepêdana xwecihî, li gel xurtkirina rola çand û hunerê di avakirina aştî û pirrengîya olî, zimanî û çandî de armanc digire.

Related Posts