Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

“Girîngîya Veberhênan û Pêkanîna Hevkarîyan di Bipêşxistina Şaredarîyan û Xurtkirina Geşepêdana Xwecihî de”

“Girîngîya Veberhênan û Pêkanîna Hevkarîyan di Bipêşxistina Şaredarîyan û Xurtkirina Geşepêdana Xwecihî de”

Rêxistina PÊL – Qamişlo

Di rûniştineke PÊL ya guftûgoyî de der barê “Girîngîya Veberhênan û Pêkanîna Hevkarîyan di Bipêşxistina Şaredarîyan û Xurtkirina Geşepêdana Xwecihî de”, beşdar gihîştin wê yekê ku pêwîst e piştgirî ji veberhênanên piçûk re were pêşkêşkirin, rêjeyek ji qezencan bo sendoqên komînan were terxandin, zagoneke taybet bi veberhênanê were perisandin û çalakkirin, mîkanîzmeke dîyar bo dahatên ku ji veberhênanê re peydabûyî ne, bi taybetî ji veberhênerên nûhatî re hebe.

Nûnerên Komîteya Şaredarîyan û Şaredarîya Qamişloyê ya beşa darayî, endamên encumenên xwecihî, Odeya Bazirganîyê, nûnerên sektora taybet (birêveberên hevkargehên veberhênanê yên xwecihî), rojnameger û hejmarek niştecih di vê rûniştinê de beşdar bûn.

Beşdaran sîyaseta darayî û jêderên piştgirîya darayî, bandora kêmbûna dahatan, girîngîya veberhênanên xwecihî li karkirina şaredarîyan, awayên heyî yên veberhênanê ya bi hevkarîya li gel sektora taybet û ya giştî yan bi rêxistinên civaka sivîl re got û bêj kirin. Bi armanca beşdarbûna di warê bipêşxistina şiyanên yekîneyên encumenên xwecihî û şaredarîyan yên destnîşankirina derfetên veberhênanê û birêvebirina dahatên heyî bi awayekî ku pêdivîyên hertim zêde dibin dabîn bikin.

Silêman Hemê Serokatîya Komîteya Şaredarîyên Herêma Qamişloyê di rûniştinê de da xuyandin ku budceya sala 2023yan ya ji bo şaredarîyê hatîye terxandin 8 milyon dolarên amerîkayî bûn ku ji 58 şaredarîyan re ne, ew li ser projeyên veberhênanê hatin belavkirin û tenê ji bo projeyan terxandî ne.

Beşdaran li ser wê yekê li hev kir ku pêwîst e Rêveberîya Xweser û veberhêner milên xwe bispêrin hev da ku pev re projeyan bi cih bînin, pêwîst e ji dan û dîyarîyên derveyî, hevkarîya navdewletî û rêxistinan sûd were girtin ji bo bipêşxistina veberhênanê û belavkirina jêderên dahatên şaredarîyan, her weha awayê pêşkêşkirina gilîyan ji sazîyên Rêveberîya Xweser re bi welatîyan bidin naskirin, pêdivî û daxwaz bi awayekî zelal werin destnîşankirin, alîyê ragihandinê bêhtir çalak bibe, hevrêzkarîyeke çalak bo çareserkirina kêşeyan di navbera alîyên çalak de pêk were, yasayeke taybet bo wekhevîya derfetan di navbera hemû veberhêneran de hebe, malpereke taybet bo ragihandina projeyên veberhênanê were damezirandin.

Ev rûniştin di çarçoveya projeya Qamîş-2yê ya ku PÊL bi cih tîne de hat lidarxistin, ya ku xurtkirina rola şaredarîyan ya beşdarbûn û hevpêwendîya di navbera sazîyan û civaka xwecihî de di warê çareserkirina kêşeyên ku pevçûnan sînordar dikin de, li gel beşdarbûna civaka xwecihî di biryarstandinê de armanc digire.

Related Posts