Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

PÊL li Tirbespîyê perwerdeyeke zimanê ingilîzî bi dawî dike

PÊL li Tirbespîyê perwerdeyeke zimanê ingilîzî bi dawî dike

Rêxistina PÊL – Tirbespî

PÊL, perwerdeyeke zimanê ingilîzî asta duyem, li navenda xwe ya li bajarê Tirbespîyê bi dawî kir. Ev perwerde 6ê tîrmeha vê salê hatibû destpêkirin, bi armanca avakirina şiyanên kesên beşdar yên zimanê ingilîzî asta duyem, da ku têgihên sereke yên taybet bi ziman û awayê dirust yê wergerê bidin fêrkirin û hem jî bi pêş bixin.

Ev perwerdeya ku 20 kes armanc girtin; ew berdewamîya perwerdeya zimanê ingilîzî ya asta yekem bû ku berî niha bi rê ve çûbû û 24 kes lê beşdar bûbûn.

Mamostayê zimanê ingilîzî Ebdulezîz Keleş lêvegereke giştî ji rêgezên rêziman yên asta yekem re çêkir, tê de dema borî ya temam û bikaranînên wê û dema borî ya temam ya berdewam hatin şîrovekirin, her weha komên fêrbûnê yên  gotûbêjkirin û guftûgoyên di navbera mamosta û beşdaran de jî hebûn, di dawîyê de pirs bi rahênayîyan re hatin gotûbêjkirin.

Ev proje di çarçoveya projeya Vînê de hat lidarxistin, ya ku beşdarbûna di amadekirin û bilindkirina asta hinerên ciwan, jin û komên paşguhkirî di warê geşepêdana xwecihî de armanc digire, li gel xurtkirina rola çand û hunerê di avakirina aştî û pirrengîya olî, zimanî û çandî de.

Related Posts