Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

“Birêvebirina Hawarçûn û Bobelatan”… komxebateke ku rahênanên karekî di nav de cih digirin

“Birêvebirina Hawarçûn û Bobelatan”… komxebateke ku rahênanên karekî di nav de cih digirin

Rêxistina PÊL – Qamişlo

PÊL, komxebateke rahênanê bi serenavê “Birêvebirina Hawarçûn û Bobelatan”, bi herdu beşên xwe yên “dîtaneyî û karekî” ve, di maweya 3ê rojan de, li navenda xwe ya li bajarê Qamişloyê û li Navenda Agirkujîyê ya Qamişloyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi cih anî.

Hejmarek welatî û endamên şaredarîyê li komxebatê amade bûn, bi armanca ku şiyanên xwe yên di warê xwe-amadekirina ji rewşên awarte re xurt bikin, baştirîn kiryarên dîtaneyî û karekî yên plansazkirin û birêkûpêkkirinê bi dest bixin, li gel ku baştirîn bersivê ji kirîz û bobelatan re bidin.

Vê komxebatê “têgiha hawarçûnê, birêvebirina bobelatan, nirxandina metirsîyan, cureyên bobelat û metirsîyên gengaz, amadekirina planekê bo sînordarkirina metirsî û bobelatan, pêvajoyên birêvebirina bobelatan, plana valakirinê ya ewlehî, avakirin, birêkûpêkkirin û birêvebirina tîmên hawarçûnê, pêkhînanên dîtaneyî û karekî yên valakirinê, navendên stargehî û xalên kombûnê, li gel amûrên parastin, desttêwerdan û rizgarkirinê” şîrove kirin.

Hem jî “pêrabûnên parastin û saxlemîya pîşeyî, pêrabûnên bersivdana agirvedanê (alav û amûrên tên bikaranîn û zarîkirina rêkarîya agirkujîyê), pêrabûnên bersivdana lehî û binavbûnê, senarîyoyên bersivdana erdhejê (rizgarkirin, têkilî, amûrên gereg, hevrêzkarî û hawarçûn), hawarçûnên destpêkî yên bijîşkî li gel hawarçûnên destpêkî yên derûnî.” şîrove kirin.

Di maweya komxebatê de hat têbînîkirin ku beşdarbûneke çalak ya jinan di rahênanên karekî de heye, hingê jinekê botleya gazê ya agirpêketî vemirand, li gel ku tirsa li cem gelek rahênayîyan ya di warê serederîya bi rewşên awarte re hate jinavbirin.

Ev komxebat di çarçoveya projeya Qamîş-2yê ya ku PÊL bi cih tîne de hat lidarxistin, ya ku xurtkirina rola şaredarîyan ya beşdarbûn û hevpêwendîya di navbera sazîyan û civaka xwecihî de di warê çareserkirina kêşeyên ku pevçûnan sînordar dikin de, li gel beşdarbûna civaka xwecihî di biryarstandinê de armanc digire.

Related Posts