Rêxistina PÊL – Qamişlo
PÊL bal kişand ser ezmûneke jîngehî li herêmê û astengîyên ku toşî xebatkarên vî warî dibin û planên wan yên paşerojî, bi armanca ku girigîya wan were nîşandan. Ev yek bi rêya rûniştinekê der barê ezmûna “Kezîyên Kesk” de, li navenda PÊL ya li bajarê Qamişloyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate birêvebirin.
21 kes li vê rûniştinê beşdar bûn ku nûnerên “Kezîyên Kesk” ezmûna xwe ji wan re pêş kêş kirin.
Zîwir Şêxo; rojnameger û endamê destpêşxerîya Kezîyên Kesk fikra komeleya geşepêdanî ya ne hikûmî û bêqezenc e ku guh dide karûbarên jîngehî şîrove kir, her weha sedema navandina komeleyê û slogana wê ji beşdaran re da xuyandin.
Di rûniştinê de, Zîwir çalakîyên ku “Kezîyên Kesk” pê radibe bi armanca zêdekirina rûberên şînatîyê li herêmê û mîkanîzmên ku di karên xwe de pêk tînin, dîyar kirin.
Ev rûniştin di çarçoveya projeya Zalîn-2yê de hate lidarxistin, ya ku xurtkirina rola ciwanan ya beşdarîya di warê avakirina aştîyê û hevgirtina civakî de armanc digire.