Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

Beşdarkirina ciwanan di warê biryarsazîyê de… erkek e ku civakekê geşbûyî pêk tîne

Beşdarkirina ciwanan di warê biryarsazîyê de… erkek e ku civakekê geşbûyî pêk tîne

Rêxistina PÊL – Tirbespî

PÊL, der barê rewşa ciwanan û rola wan ya biryarsazîyê û beşdarkirina wan di vê rêkarîyê de, li navenda xwe ya li bajarê Tirbespîyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi armanca xurtkirina rola ciwanan ya biryarsazîyê, rûniştineke guftûgoyî li dar xist.

Di rûniştinê de, astengî û zehmetîyên ku di vê der barê de toşî ciwanan dibin, hatin pêşkêşkirin, li gel rola sazî û desteyên pêwendîdar di warê çalakkirina rola ciwanan û mîkanîzmên beşdarkirina wan, da ku paşerojeke civakî, sîyasî û abûrî ya geşbûyî li herêmê pêk were.

Beşdaran dît ku alîkarîya ciwanan bikin xwe bi pêş bixin û bibin xwedî zanîn û hinerên pêwîst, dê bo avakirina roleke çalak di geşepêdana civakên wan yên xwecihî de destekdar bibe. Li gel giringîya peydakirina pirên hevkarîyê di navbera ciwanan û desthilatên xwecihî de, beşdarkirina ciwanan di plansazkirin û programên bicihbûyî de, piştgirtina projeyên ciwanan û ramanên afirindêr, hewldanên gihandina dengê wan, lidarxistina perwerde û programên bîrwerane yên karbin ramanên ciwanan geş bikin û di biryarstandinê de beşdar bikin.

Ev rûniştin di çarçoveya projeya Vînê de hat lidarxistin, ya ku beşdarbûna di warê amadekirin û bilindkirina asta hinerên ciwan, jin û komên paşguhkirî di geşepêdana xwecihî de û xurtkirina rola çand û hunerê di avakirina aştî û pirrengîya olî, zimanî û çandî de aramnc digire.

Related Posts