Me li ser torên civakî bişopîne
Lêgerîn
Search

“Birêvebirina Projeyan û Dahatên Mirovî”… komxebatek e PÊL li dar dixe

“Birêvebirina Projeyan û Dahatên Mirovî”… komxebatek e PÊL li dar dixe

Rêxistina PÊL – Qamişlo

PÊL, bi armanca xurtkirina şîyanên welatî û endamên şaredarîyan di warê birêvebirina projeyan û dahatên mirovî de, li gel fêrkirina wan li ser baştirîn kiryar û rêbazên zanistî yên vê qadê, li navenda xwe ya li bajarê Qamişloyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, komxebatek der barê “Birêvebirina Projeyan û Dahatên Mirovî” bi cih anî.

Ev komxebata ku du rojan berdewam ma, 12 kes lê beşdar bûn, di nav de; niştecih, hin kesên xwebexş û nûnerên birêvebirîya xwecihî, şaredarîyên Qamişloyê û rêxistinên civaka sîvîl.

Vê komxebatê mijarên têgiha birêvebirinê û pêkhateyên wê, erkên birêvebirinê, bînahî, peyam, armanc, têgiha projeyan û her sê qeydên wê, hinerên xebatkarên di projeyan de kar dikin, gerîyana jîyanî ya projeyê, hêmanên plana stratejîk, birêvebirina projeyê, her 5 pêvajoyên birêvebirina projeyan “destpêkirin, plansazkirin, bicihanîn, çavdêrî û bidawîkirin”, li gel plana kar, şopandin û nirxandinê girtin dest.

Hem jî komxebatê mijarên dahatên mirovî û birêvebirina wan, prensîp, têgih û erkên wan yên sereke yên girêdayî qadê, delametên birêvebirina dahatên mirovî yên stratejîk, çawanîya bikaranîna rêbazên nirxandina delametan bo biryarstandinê, astengîyên ku toşî dahatên mirovî dibin, li gel hejmarek nimûneyên karekî, pêkanîn û rahênanên ku bi rahênayîyan re dibin alîkar ku fêm bikin û di warê karekî de pêk bînin, pêş kêş kirin.

Dawîya komxebatê gotûbêj û pirs û bersiv hatin birêvebirin.

Ev komxebat di çarçoveya projeya Qamîş-2yê de ya ku PÊL bi cih tîne, hat lidarxistin, ya ku xurtkirina rola şaredarîyan ya beşdarbûn û hevpêwendîya di navbera sazîyan û civaka xwecihî de di warê çareserkirina kêşeyên ku pevçûnan sînordar dikin de, li gel beşdarbûna civaka xwecihî di biryarstandinê de armanc digire.

Related Posts